Ew sorgula li ber derî
Rûnişt û kûr di fikkirî
Dimalişt hêsirê çavan
Rondik ji çavan difirî
Min jê pirsî wa cîranê
Sorgula bax û bexçanê
Kê te xist vî halê hanê
Mal kirî weke zindanê
Got sebra dilêmin barkir
Hestê dilê min wêrankir
Evîna min li ber bakir
Dilê min bê cî û warkir
Bûm tilûrekî bê hêlîn
Bûme wekî teyrê Giwîn
Rondik ji çavan têne xwîn
Îdî nema çav xweş dibîn
Bê bexto ez hiştim û çû
Hiştî li pey xwe ar û dû
Bi wî jiyana min hebû
Bê wî dilê min perçebû
Xweska Evînî tunneba
Û dil di sîngê de neba
Merov neba mîna teba
Û hest û dil perçe neba
Daiyka Raman (نزهت سيدو)
لا توجد تعليقات على Ew sorgul – Diya Raman- Nezhet Sîdo