Derdê dilê min pir in
Tev Pizot û agir in
Hatin û vennagerin
Wê bi min re bimirin
Dil bi êş û nalîn im
Nikarim wan derînim
Dilê xwe di lorîn im
Dil bi êş im xemgîn im
Hevalê min gelek bûn
Li dora min xelek bûn
Tev bi kêf û henek bûn
Mixabin wek felek bûn
Lê dema berjewendî
Nema min nema kes dî
Kes li dor xwe min nedî
Wilo ez mam bê xwedî
Derdê dilê min bar in
Li cerg û dil siwar in
Hatin ji ba min narin
Hestê min tar û mar in
Jiber ez kûr dinalim
Perîşan im bê hal im
Ji lewra kerr û lal im
Bê hogir û heval im
Diya Raman