لا توجد تعليقات على Evîndar im- Nezhet Sîdo

Evîndar im- Nezhet Sîdo

Evîndar im… evîndar im
Evîndareke birîndar im
Ji welatê xwe bêpar im
Ez bê war im bê buhar im

Ez evîndara welêt im
Li Amûdê ez hilatim
Li biyaniyê ez dahatim
Ji ber ku ez bê welat im

Bêrîkirin min diguvêşe
Hestên min tim diqelêşe
Jiyana min tev de êş e
Serê min destarê êş e

Li welêt ezê vegerim
Li warê xwe bizêvirim
Li Amûdê herim û werim
Li Tilhebeş bihêwirim

Xwezî bijîm zarokatiyê
Bi kember û bi hirbiyê
Ez û xwîşka xwe Horiyê
Em tev de herin bêriyê

Têr razim li ser xaniya
Li ber heyvê li nav çiya
Û têr bixwim wan daniya
Û bazdim li nav zeviya

Dayika Raman

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ