Hişmendiya tundirew ya desthilatdarî û gurkirina aloziya sûriyê- Biradost Mîtanî

Biradostê Mîtanî

Hişmendiya tûndirew ya desthiltdarî û gurkirina aloziya Sûriyê.

Berya hemû sedemên vê aloziyê, siyaseta rêjîma Sûriyê, ji sedemên nedemuqrasiya wê, ya bi dehên salan û avabûna wê li ser bingiha netewdewlet û partîtî û kesayetperestî bûne sedemên pêxistina agirê vê aloziyê . Dema hişt ku di 16-3-2011z milet rabe ser piyan û şoreşê pêxe . Lê ji ber ku hişmendiyek rêxistinî, şoreşgerî û niştimanperwerî di rêvebirina gel de nebû û kesayet û rêxistinên tûndirew li keştiya wê siwar bûn, zû şoreşê berê xwe ber xirabbûnê ve guhert û navê xwe winda kir û ecindên weke hişmendiya wan tûndirew destwerdan tê de kirin û bo xwe Sûrî parçe kirin û rewşa wê di aloziyek siyasî,civakî ,abûrî ,ajawe ,wêrankirin,Kuştin,koçberkirin de hiştin.

Destwerdanên derve ta îro berdewam in .Nexasim rêjîma Tirkiyê ya ku rewşa Sûriyê ji bercewendiyên xwe yên mayendî dagi-rkerî re bi kar anî, ji bo mîsaqa milî û bicihanîna xewnên embiratoriya Osmanî, alozî gurtir kir û bi rengekî pir xirab bû sedem ku çareserî ev (12) sal in winda bibe .

Ji ber hişmendiya xirab ,bi taybet a wan her sê aliyan :Rêjîm ,çete û dagirk-eriya Tirkiyê ,çareserî winda bûye . Çi qas ew her sê alî bi piştgiriya Rosiyayê û Îranê li hev dicivin jî , ji bo lihevhatinê ,lê bi ser nakevin . Dîtinên Cinêvê,Asîtanayê,Sotişî,Komîta Destûrê ,Komîta guftûgoyan û niha dîtinên Moskoyê tev pûç û vala derdikevin.

Di bara wê rewşa xirab de Rojavayê Kurdistanê –Bakurê Sûriyê ,ji despêka wê ve hêzên xwe yên tekoşer YPG,YPJ,HSD ,û Asayîş û yên din ava kirin û gel parastin û bûn hêzên yekemîn bi Hêzên Hevpeymana Navdewletî re ,dijî terora Daişê û şikandina wê û dijî hêzên din ên mîna wê dagirker jî. wilo Rojavayê Kurdistanê -Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêvebiriya xwe kir û karîbû gelê xwe biparêze-Li gor kêmayên heyî jî ,lê Kesê neke şaş nabe- bi avadanî û siyaset û Rêvebiriya xwe ya Xweser damezrand li ser bingiha biratiya gelan a ji rêbaza Netewa Demuqrat,a karîbû di şert û mercên pir zehmet de xwe bisepîne û di piratîkê de bibe hêviya gelan û aramiya wan .
Rêvebiriya Xweser bi hişmendiya xwe ya aştîxwaz , civakparêz û niştimanperwer hate diyarkirin ku ew e ya ku xeta rast diparêze ,ji bona rewşa Sûriyê bigiştî û pirojên çareseriyê mîna Fedralîzimê û dewletek nenavendî, yek li pey yekê anî û di ber re her tim bi erkê berpirsiyariyê destên xwe ji hemû aliyan re dirêj dikir û dike .Piroja dawî Destpêşxêriya MSD ya ji (9) xalan bû ya ku deng veda û pir helwest ji yên kesayetên rikberiya Sûriyê û dewletên herêmê û navnetewî kişandin aliyê xwe.Lê ew her sê aliyên nedemuqratxwaz ên ku piştî ew qas encamên xirab ji hişmendiya wan a xirab ber bi çareseriyê ve nayên .
Weke îro dewletên mîna Siûdiyê û Îmarat bi serpiriştiya Emerîka û ta radeyekê Komkara Erebî ,yên ku nirxên vê destpêşxêriya MSD nas kirine,zextan li wan aliyan dikin ,bi taybet li rêjîma Sûriyê, ji bo pejirandina wê destpêşxêriyê ,ji ber ku ev (12) sal in ew destpêşxêrî delîva ku herî rast û yekem e ji bo çareseriya rewşa Sûriyê û ta îro ew dewlet di fişarê de berdewam in ,nexasim ji bo ku ev hêza gewre û tekoşer HSD jî bibe beşek ji artêşa niştimanî ya Sûriyê û wilo Rêvebiriya Xweser jî bibe aliyek ji rêvebiriya Komara Sûriyê re.
11-6-2023z.21-3-2635Kurdî

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ